Otobûsa rêwîyan li tirê qelibî: 1 mirî, 43 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Uşakê otobûsa rêwîyan di paşve de li tirekî qelibî, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 43 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 11.08.2022 11:05:33 / Güncelleme: 11.08.2022 11:05:33 / Xeberen Kurdi / Uşak Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûseke rêwîyan li ser rêya Gundê Çinarcika ku li ser rêya Uşak-Îzmîrê ye li tirekî qelibî.

Di encama qezayê de R.K.yê muawînê otobûsê canê xwe ji dest da. Bi tevî şofêran 41 kes jî birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û AFADê hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)