Biryara qedexe kirina standina komira ji Rûsya'yê li NY ket rewacê

Besteka danekirinê ya qedexekirina kirîna komira Rûsya'yê ku ji teref Welatên Netewên Yekbûyî (NY) ve ji meha Nîsanê ve hatibû qebûlkirin ket sepandin

Ekleme: 10.08.2022 18:05:32 / Güncelleme: 10.08.2022 18:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kirîn yan jî veguhastina komir an jî ardûyên fosila hişk a Rûsya'yê yan jî jêderka Rûsya'yê ku salê li bedêla 8 mîlyar euro difirot NY'yê hat qedexekirin.

Ji teref NY'yê ve danekirina enerjîya Rûsya ya ewil qedexekirina standina komir bû.

Tê bendewarîkirin ku qedexekirina niftê jî wê li meha berfanbarê wê bê sepandin.

Di firotina komirê de ji welatên Ewrûpayê re di pozîsyona 'ewil de Rûsya hebû. Rûsya îxracata komirê ji sedî 25 dida Ewrûpayê.

Welatên Ewrûpa jî îtxalata komirê ji sedî 45'ê wê û komira termal a ku hilberana ceyranê de bikar tîne ji sedî 70'yê wê ji Rûsyayê peyde dikir. (ÎLKHA)