Li Japonya'yê germa zêde bi bandore

Ji ber germa zêde li Japonya'yê di nava hefteyekê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 10.08.2022 15:40:34 / Güncelleme: 10.08.2022 15:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Micadelekirina germa zêde ku ev meheki li Japonya'yê bi bandore dewam dike. Ajansa Rêvebirîya Afetan a Wezareta Ragihan û Karên Hundurîn a Japonya'yê diyarkir ku, di nava hefteyekê de ji ber germa zêde 5 kes jiyana xwe ji dest dan. Di vê pêvajoyê de 7 hezar û 218 kesan ku 3 hezar û 982 kesan ji wa ji 65 sal zêdetirin ji ber semptomên girêdayî xwînçûna ser mêjî hatin rakirin nexweşxaneyê.

Ajansa Meteorolojîyê ya Japonya'yê (AMJ), hişyarî da ku ev germa zêde heta hefteya bê jî berdewame.

Pisporan di heqê xwînçûna ser mêjî de hişyarîya didin û tewsîye dikin ku heta ne mecbûr bin bila dernekevin derve, klîma bikar bînin û pir avê vexwin. (ÎLKHA)