Li Dîyarbekir di navbera eqrebeyan de şer: 5 birîndar

Hat destnîşankirin ku li navçeya Licêya Dîyarbekir di navbera du koman de ji ber meseleyên ‘erdan bi kevir û daran şer derket, di encama şer de 5 kes birîndar bûn.

Ekleme: 10.08.2022 14:55:31 / Güncelleme: 10.08.2022 14:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li navçeya Licêya Dîyarbekir di navbera du koman de ji ber lihevnekirina ‘erdan şer derket.

Di demeke kurt de ev şer bi kevir û daran veguherî pevçûnê. Mirovên ku pevçûnê dîtin xeberê ji cenderme û ekîbên tenduristîyê re şîyandin.

Bi xeberdayina mirovan ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û cenderme jî li gund ji ber ku mesele zêdetir mezin nebe ewlehîyeke mezin girt. (ÎLKHA)