Çîn tetbîqeta leşkerîyê xelas kir

Çîn, daxuyand ku ew tetbîqeta leşkerîyê a ku dabûn dest pê kirin xelas kirin.

Ekleme: 10.08.2022 13:50:40 / Güncelleme: 10.08.2022 13:50:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şî Yîyê Berdevkê Fermandarîya Cepheya Rojhilat yê Artêşa Rizgarîya Xelq yê Çînê, di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir tetbîqetên leşkerîyên ku li derdorê Teywanê hatibû tertîpkiri dawî bû.

Şîyê berdevk yê ku destnîşan kir di tetbîqetan de wezîfeyan bi serfirazî hatin xelaskirin û qabilîyeta artêşê jî bi aktîf hat ceribandin, ew ê li rewşa di Tengava Teywanê de teqîp bikin û îfadekirin ku tetbîqetên amadehîyê ya muharebeyê ew ê binîzam îcra bikin.

Artêşa Çînê, piştî zîyareta Pelosî, 4-7ê Tebaxê li derdorê Giravê tetbîqatên leşkerîyê dabû destpêkirin.

Li derdorê giravê ji ber tetbîqatên ku dorpêçekî bi fiîlî hatibû kirin hinek herêman ji çûndin û hatina keştî û balafiran re hatibû girtin, seferên li Tengava Teywanê jî ji ber gilîdarîya ewlehîyê hatibûn betalkirin. (ÎLKHA)