Li Entabê du serwîs li hev qelibîn: 3 jê giran 22 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Entabê du serwîsê karkeran li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 jê giran tev de 22 kes birîndar bûn.

Ekleme: 10.08.2022 13:35:31 / Güncelleme: 10.08.2022 13:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin du serwîsê karkerên ku plaqeyên wan 27 S 4647 û 27 S 3013 ne, dema ku di rê de diçûn li Taxa Çamlitepeya ku girêdayê navçeya Şehîtkamilê ye li hev qelibîn.

Di encama qezayê serwîsa bi plaqeya 27 S 4647 di rê de li ser kêlekê qelibî û 3 jê giran tev de jî 22 kes birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê qezayê re gelek ekîbên tenduristî hatin sewqkirin û karkerên birîndar jî piştî midexeleya ‘ewil a tenduristîyê hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)