Di lehîyên ku li Nîjeryayê pêk hatin de 9 kes mirin

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Kanoya Nîjeryayê doh baraneke zêde tesîrdar bû, di encama vê lehîyê de 9 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 10.08.2022 11:10:09 / Güncelleme: 10.08.2022 11:10:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dr. Sale Jîlîyê Sekreterê Kano yê Ajansa Bireveberîya Rewşa Acîla Dewletê yê Nîjeryayê, di daxuyanîya xwe yê ku kir de destnîşan kir ku li 10 herêmên wîlayetê baranên ku barîya bû sedema lehîyê, di encama afetê de 9 kesan canê xwe ji dest dan û herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.

Di encama bûyerê de, 6 hezar û 417 heb xanî zirarê dîtin.

Pisporên derdorê û guheranîya îqlîmê, hişyar dabûn ku li welat 53 milyon kes li hemberê talûkeya lehîyê ne. (ÎLKHA)