Qijika ku ji germê 'aciz bûbû ket mala şînê û av vexwar

Li Diyarbekir'ê Qijika Ewrûpa'yê ku ji germa tengizî bû ket nava mala şînê, kesên li şînê bûn av da vexwarin ji qijikê re.

Ekleme: 09.08.2022 13:50:34 / Güncelleme: 09.08.2022 13:50:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Mala şînê ya Farqînîyan a Mehela Bagcilar a navçeya Baxlar'ê pêk hat.

Di dema şîn dewam dikir de çivîka ku bi navê Qijika Ewrûpayê tê zanîn, ji derî yekten ket hundur.

Zîyaretvanan tu wate nedan hatina hundurê ya qijikê, ji ber germê di hundurê qedeha pet de av dan qijikê.

Qijikê ku dît kesek tê li cem wî pêşî tirsîya dû re dema avê dît nêzî wî bû û avê vexwar.

Qijikê ku guh nedida kesên derûdorê, piştî vexwarina avê derket derve. (ÎLKHA)