Li Kore'ya Başûr baranên zêde bu sedema lehîyê: 8 mirî

Hat diyarkirin ku li Kore'ya Başûr di lehîyên ku ji ber barana zêde derket de 8 kes jiyana xwe ji dest da, 6 kes jî winda ye.

Ekleme: 09.08.2022 12:30:36 / Güncelleme: 09.08.2022 12:30:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Baranên zêde yên di Seul'a serbajarê Kore'ya Başûr û li derûdorê bi tesîr bû de pîr zêde mal, îstasyona metro, 'erebe û avahî di bin avê de man û xizmetên ceyranê û seferên trênan sekinî. Pir rê jî ji ber îhtîmala hezîna axê û lehîya avê hatin girtin.

Rayedaran diyarkirin ku ji ber lehîyê li Seul'ê 5 kesan, li wilayeta Gyeonggî yê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li wilayeta Gyeonggî'yê 9 kesan birîndar bûne û 2 kes jî winda ne.

Wezareta Karên Hundirîn diyarkir ku li Seul û derûdora wê nezî 800 avahî xisar dîtîne û herî kêm 790 kes jî hatine tehliyekirin. (ÎLKHA)