HUDA PAR: Gerek Misilman meseleya Filistîn'ê ji rojeva xwe dernexe

Yunus Emîroglu yê Berdevkê HUDA PAR'ê, derheqê rojeva derve de daxuyanîya HUDA PAR'ê da.

Ekleme: 09.08.2022 12:05:34 / Güncelleme: 09.08.2022 12:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Emîroglu, di daxuyanîya ku belav kir de derheqê krîza sîyasî ya Iraq'ê, êrîşên rejîma sîyonîstan a li ser Xezze'yê û qetlkirina Eymen el Zevahîrî'yê ji teref Emerîka'yê ve de nirxandinan kir.

Krîza sîyasî ya ku li Iraq'ê dewam dike gerek xelas bibe

Emîroglu diyarkir ku li Iraq'ê neavakirina hikumetê û ji ber ku piştgirên Hereketa Sadr'ê îtîraz li endamên serokwezîrtîyê dikin û di encama ser girtina ya li ser parlementoyê welat ber bi kaosê ve diçe, Emîroglu ragihand ku li welata ku bi salan di bin îşxala Emerîka'yê de ma ye û mîlyonek mirovê wê jiyana xwe ji dest daye, micadeleya ku îro ji bo quweta sîyasî pêk tê me dide fikirandinê.

Emîroglu di dewama daxuyaniya xwe de wilo got, "Krîza ku li Iraq'ê di qewime de ne Iraq'ê tenê wê li giştîyê herêmê tesîr bike. Ji bo xelasbûyîna gengeşîya ku li nava komên sîyasî ya di welatê de dewam dike gerek serok mesulîyet bistînin, ji bo avakirina hikûmeta nû lazim e ku xebateke hevpar bê kirin. Sîstema sîyasal a mewcûd ku li welat dûberekî û gengeşîyê derdixe tê dîtin ku hewceye ku vesazîyeke nû bê sazkirin. Dewletên cîran ên wek Tirkiye û Îran ji bo nezêdebûna gengeşîya li Iraq'ê gerek rola ewlekariyê bi cî bînin. Lewre lihevxistineke nû ya di welat de derkeve wê gengeşîya nijadî û mezhebî zêde bike û bila neye bîrkirin ku wê herêmê giştik têxe bin tesîra xwe.

Êrîşên rejîma sîyonîst a li ser Xezze'yê

Emîroglu îfade kir ku di encama êrîşa rejîma îşxalê ya sîyonîstan de di nava wan de pîrek û zarok jî hebûn herî kêm 45 Filistînî şehîd bûn, 360 Filistînî jî birîndar bûn.

Emîroglu di derheqê vê mijarê de vana got, "Rejîma îşxalê ku heta niha hesaba îşxal û qetlîaman neda, her roja ku derbas dibe pîva êrîşên xwe zêde dike." Emîroglu gotinên xwe werê domand:

Rejîma sîyonîst piştî zîyareta dawî ya Serokê Emerîka'yê Bîden destûra qetlîamê girt ligel giştik hovîtîya xwe bi dewletên herêmê peymana asayîbûnê îmze dike û her roja ku derbas dibe berê xwe firehtir dike. Ev peymanên ku îşxal û qetlîaman meşrû dike û Filistînîyan teslîmî qefleyên qatilan dike bi lez bê dawîkirin. Dewletên herêmê yên ku bi daxuyaniyên şermezarkirina bêfêde didin ku ji berpirsiyariyên xwe dixwazin birevin, heta ku dawîya îşxalê were gerek ji her alîyê piştgirî bidin hêzên berxwedanê û giştik mûnasebetên bi rejîma îşxalê gerek bê dawîkirin. Hekena îşxala ku îro li Filistîn û Sûriye'yê çêdibe û Lubnan'ê jî tehdît dike wê belavî herêmê giştikî bibe. Gelê Misilman, ji bo rayedarên wan qewetên xwe bikarbînin û bi lez rabin li ser niga û meseleya Filistîn'ê ji rojeva xwe dernexe.

Qetlkirina Eymen el Zewahîrî ji teref Emerîka'yê ve

Berdevkê HUDA PAR'ê Emîroglu diyarkir ku ji ser vekişîna Emerîka'yê ya ji Efxanistan'ê ku îşxal kiribû û ji dewr girtina welat birêvebiriya nû nêzî salek derbas bû û destnîşan kir ku di nav vê demê de li Efxanistan'ê li gorî berê ewlehiya can û mal pir baş bûye.

Emîroglu bal lê kişand ku ev rewş aramî û îstîkrarê dide Efxanistan û bi giştik erdnîgarîyê, Emîroglu di berdewama gotina xwe de wusa got, "Di peymana navbeyna Emerîka û Emîrtîya Îslam'ê ku birêveberîya welat dewr girtibû de li Doha'ya ku serbajarê Qeter'ê ye Emerîka teahûda êrîşnekirina Efxanistan'ê dabû lê hefta çûnê Efxenîstan dûçarî êrîşa SÎHA'yê bû."

Emîroglu di dawîya gotinên xwe de werê got, "Di encama êrîşa ku li Kabûl'ê li malekî hat kirin de qetlkirina Serokê El Qaîde'yê Eymen el Zewahîrî ji giştik alîyan hat teyît kirin. Em rehmeta Xweda ji bo Eymen el Zewahîrî'yê ku di vê êrîşe de wefat kir dixwazin. Ev êrîş çalakîyeke terorî û cinayet e. Êrîşa Emerîka'yê ya li ser erdnigarîya Îslam'ê û sûîqestên li ser kesên ku terorîstkirina li gorî hiqûqa Emerîka'yê bi çi binasîyê be jî nayê qebûlkirin. Ev êrîş îhlalkirina serwerîya dewleteke serbixwe û hiqûqa navneteweyî ye. Em vê êrîşê şermezar dikin. Emerîka bi vê êrîşê nîşanî me da ku qeyd û qanûnan ne xema wî ye. Tu qîmet û zarûrî kirina peymanê ku îmze kiriye tune ye, bawerî bi gotinê wî naye. Em bangî Netewên Yekbûyî (NY) û saziyên navnetewî dikin ku bila ji vê cinayetê re bêdeng nemînin û bertekê nîşan bidin." (ÎLKHA)