Taywan: Çîn, hazirîya îşxalkirina giravê dike

Joseph Vuyê Wezîrê Karên Derve yê Taywanê, got ku Çîn bi tevî tetbîqata xwe yê dawîn hazirîya îşxalkirina giravê dike.

Ekleme: 09.08.2022 11:05:33 / Güncelleme: 09.08.2022 11:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çîn, piştî zîyareta Nancy Pelosîya Seroka Meclîsa Temsîlkarên Emrîqayê ya li Teywanê, li herêmê tetbîqateke leşkerî da destpêkirin.

Wezareta Parastina Teywanê, daxuyand ku li derdorê giravê 39 heb balafirên herbê û 13 keştîyên herbê yên Çînê hatine dîtin.

Joseph Vuyê Wezîrê Karên Derve yê Taywanêdi civînek de axavtinek kir û di axavtina xwe de weha got, “Armanca Çînê ya bi ‘esl bi vegerandina statukoya herêma Asya-Pasîfîkê û Tengava Teywanê îşxalkirina giravê ye. Çîn, ji bona ku mehdeyê xelqê xira bike tetbîqatên mezin tertîp dike, fuzeyan diceribîne, êrîşên sîberî dike û qampanyaya dezenformasyonê dimeşîne.” (ÎLKHA)