Trump: Ajanên FBIyê êrîşê mala min ya li Florîdayê kirin

Donald Trumpê Serokê Berê yê Emrîqayê, daxuyand ku ajanên FBIyê êrîşê mala wî ya ku li Florîdayêye kirin.

Ekleme: 09.08.2022 09:25:35 / Güncelleme: 09.08.2022 09:25:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Donald Trump di daxuyanîya ku niviskî belav kir de weha got, “Mala min ji teref gelek ajanên FBI ve hat îşxalkirin. Êrîşeke ewakî encax di herba cîhana 3yemîn de tê kirin.”

Trumpê ku îddîa dike ji namzedbûna hilbijartinên serokatîyê a 2024an re tê xwestin ku astengî ji wî re bê kirin, destnîşan kir ku ajanên FBIyê bi destûrnameya lêgerînê hatin mala wî û qaseyekî li malî vekirin.

Hat îfadekirin ku di dema êrîşê de Trump ne li malê bûye.

Ji teref FBI û Wezareta Edaleta Emrîqayê ve tu daxuyanîyek nehat dayîn, lê hat îddîakirin ku sedema êrîşê dibe ku ji ber girtina dokumanên veşartî ya Trumpê ku di meha Çileyê de ji Qesra Spî girtibû be. (ÎLKHA)