Mînîbusa ku karkerê zira'etê vediguhast teqle avêt: 16 birîndar

Li Ordû'yê di encama qelibîna mînîbusa ku karkerên findiqan vediguhast û 'erebeya tîcarî de 16 kes birîndar bûn.

Ekleme: 08.08.2022 12:35:34 / Güncelleme: 08.08.2022 12:35:34 / Xeberen Kurdi / Ordu Haberleri
Destek için 

Qeza li terkerêya Çaybaşiya rêya Samsun-Ordû'yê pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, mînîbusa ku di bin kontrola S.K. de bû û ji Unye dîçû Akçay'ê bi 'erebeya tîcarî ya ku di bin kontrola A.T. de bû li hev qelibîn.

Bi tesîra qelibînê mînîbûs teqle avêt.

Di encama qezayê de her du şifêr û 14 karker birîndar bûn.

Birîndar bi ekîbên tendirustîya lez ve hatin rakirin nexweşxaneyên derûdorê.

Derheqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)