Yekîtîya Afrika'yê êrîşên li ser Xezze'yê şermezar kir

Yekîtîya Afrika (YA), êrîşên ku ji teref rejîma îşxalê ya sîyonîstan ve ku di 5'e tebaxê de li ser Xezze'ya îşxalkirî tê kirin şermezar kir.

Ekleme: 08.08.2022 12:15:34 / Güncelleme: 08.08.2022 12:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Yekîtîya Afrîka'yê Musa Fakî Muhemmed di daxuyaniya xwe de got ku, wan êrîşên ku rejîma îşxalê ya sîyonîst yên li ser Xezze'yê dike û pir kesên tê de zarok û pîrek jî hene jiyana xwe ji dest dane bi tundî şermezar dikin.

Muhemmed ragihand ku, Yekîtîya Afrika ji bo Filistînîyan dewleteke serbixwe û serwer dixwazin ku serbajarê wê Quds be.

Muhemmed diyar kir ku di çarçoveya teahûdên Yekîtîya Afrika û Milletên Yekbûyî de hewceye ku çareserîyek bi 'edil û payîdar bê dîtin, ew qeyd kir ku pêwîstiya lezgîn bi hewldanên nûkirî û birra yên navneteweyî heye. (ÎLKHA)