Karsazên Urdinî ji bo Xezze'yê kampanyaya bexşê dan destpêkirin

Komela Karsazên Urdinî ji bo piştgirîya gelê Xezze'yê ku dûçarî êrîşên rejîma terorê ya îşxalker dibin bikin kampanyaya bexşê dan destpêkirin.

Ekleme: 08.08.2022 10:20:29 / Güncelleme: 08.08.2022 10:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komela Karsazên Urdinî ku bi navbeynkarîya Saziya Alikariya Haşîmî ya Urdin'ê diyarkir ku kampanyaya bexşê ya bi navê "Piştgirîya birayê me yî gelê Filistînîyên li Şerîda Xezze'yê" dane destpêkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref komeleyê ve hat dayîn de bang li civata karsazan hat kirin ku beşdarê kampanyayê bibin û ji bo parastina dîn û welatê xwe piştgirî bidin têkoşîna birayê xwe yî gelê Filistîn'ê.

Di daxuyaniya ku di nav de êrîşên rejîma îşxalê yên dawî ku li ser Xezze'yê hat kirin de hat şermezandin û bang ji civata navneteweyî ku ji bo sekinandina êrîşan mesûliyetan bistînin hat kirin.

Di êrîşên rejîma îşxalker a li ser Şerîda Xezze'yê de heta niha 44 kes şehîd bûn, 360 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)