Qamyon û erebe li hev qelibîn: Dayîk û pitikek canê xwe ji dest dan

Hat destnîşankirin ku li Çorimê qamyon û erebeyek li hev qelibîn, di encama qezayê de dayîk û pitikeke yek salî canê xwe ji dest dan û bav jî birîndar bû.

Ekleme: 08.08.2022 09:50:30 / Güncelleme: 08.08.2022 09:50:30 / Xeberen Kurdi / Çorum Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qamyoneke di bin kontrola S.D de bû li Çarrêya Îskîlîpa Çorimê li erebeya ku di bin kontrola F.B. de bû qelibî.

Di encama qezayê de dayîk û pitika ku di erebeyê de bûn canê xwe ji dest dan, bav birîndar bû û şofêrê qamyonê jî hat binçavkirin.

Hat hînbûn F.B li bajaroka Duvenceyê meletîyê dikir. (ÎLKHA)