Li Meletî'yê qeza: 9 birîndar

Di Çirmik'a navçeya Meletî'yê de di encama qezaya ku 4 'erebe li hev qelibî bûn de 9 kes hatin rakirin nexweşxane û hatin tedawîkirin.

Ekleme: 07.08.2022 17:15:34 / Güncelleme: 07.08.2022 17:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li rêya Tecde ya navçeya Çirmik'ê di se'et 10.30'an de li ber Febrîqeya ard ya Anadolu'yê pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, dema B.A. bi 'erebeya xwe ya bi plaka 44 ACH 361 diçû, bi 'erebeya bi plakaya 44 BR 066'yê di bin kontrola B.B. de bû, 'erebeya bi plakaya 34 DR 7322'yê ku di bin kontrola A.B. de bû û 'erebeya bi plakaye 44 ABE 073'ê ku di bin kontrola U.S. de bû qelibî.

Di qezaya ku 'erebe giştik bûbûn xurde de ajokerên A.B, B.A. û rêwîyên A.B, M.B, İ.E.B, A.B.B, Y.E.Y, E.B. û B.B birîndar bûn. Hin birîndaran jî di 'erebê de asê man.

Li ser xeberdayinê ekîbên tenduristiyê, îtfaiyê û polîsan hatin sewqkirin cihê bûyerê. Birîndarên ku di 'erebeyan de asê mabûn hatin derxistin û hatin birin nexweşxaneyên bajêr.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e, di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)