Wezîr Bozdag di heqê KPSS'ya ku hatibû betalkirin de daxuyanî da

Wezîrê Dadmendiyê Bekîr Bozdag diyar kir ku di KPSS 2022'an de ku hatibû betalkirin vekolînekî piralî tê kirin û eger kesên biqisûr hebin çi ceza heq qiribin wê be dayîn.

Ekleme: 07.08.2022 15:15:34 / Güncelleme: 07.08.2022 15:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Bozdag bibîrxist ku wan KPSS him ji bo tu kes mexdûr nebe him jî ji bo kesek serkeftinek bêheq negire betal kir, berdewama gotinên xwe de Bozdag got ku tehqîqeta ku di heqê ezmûnê de hatibû destpêkirin bi piralî dewam dike.

Bozdag got ku hikumet ji bo ronîkirina mijarê çi hebe dike û gotinên xwe werê domand, "Tehqîqet him di çarçoveya 'edlî him jî îdarî bi şiklek bêdudilî û bêşek dewam dike."

Bozdag dawiya gotinên xwe de wiha got, "Bila şibha tu kesî tune be, eger di nava ezmûnê de kêmasiyek qestî, tiliya rêkxistineke terorê yan jî hin tiştên din hebe çi hewce be wê bê kirin." (ÎLKHA)