Êrîşên siyonistên îşxalker berdewam dike: Hejmara şehîdan derket 32yan

Di encama êrîşên ku ev bû du roj ji teref rejîma îşxalker û siyonist ve li hember Xazzeya ku di bin dorpêçê de ye tên kirin de heta niha zarok jî di nav de 32 kes şehîd bûn û 253 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 07.08.2022 14:15:32 / Güncelleme: 07.08.2022 14:15:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Xazzeyê ve hat ragihandin di encama êrîşên siyonistên îşxalker de heta niha zarok jî di nav de 32 kes şehîd bûn û 253 kes jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ji 32 kesên ku hatine şehîdkirin 9 kes zarok û 2 kes jî pîrek in.

Ji ber êrîşên siyonistên îşxalker ji Şerîda Xazzeyê ber bi wan axên Filistînê yên îşxalkerî ve heta niha zêdetirî 400 roketî hatin avêtin ku di encama vê yekê de jî herî kêm 20 îşxalker birîndar bûn.(ÎLKHA)