Tirkiye, êrîşên li ser Xezze'yê şermezar kir

Wezareta Derveyî, ji bo êrîşên hovane yên rêjîma îşxalker a sîyonîst yên li ser Xezze'yê bertek nîşan da.

Ekleme: 07.08.2022 13:30:09 / Güncelleme: 07.08.2022 13:30:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ew, êrîşên asîmanî ku di tarîxa 5'ê tebaxê de ji teref rêjîma îşxalker a sîyonîst ve li ser Xezze'yê hatibû kirin bi tundî şermezar dikin. Di daxuyaniya hat belavkirin de wilo hat gotin:

"Em êrîşên ku zarok jî di nav de sîvîlan jiyana xwe ji dest didin naye qebûl kirin dibînin. Ji zêdebûna rageşiya li herêmê piştî êrîşan bi endîşedar in. Berî ku ew veguherin qonaxek nû ya pevçûnan veke, em tekezî li ser pêwîstiya bidawîkirina van bûyeran dikin û banga hestyariyê û aqilmendiyê dikin." (ÎLKHA)