Li Emerîka'yê suîqastên li dijî Misilmanan dewam dike

Li bajarê Albuquerque ya wilayeta New Mexico'yê Misilmanek din hat qetlkirin.

Ekleme: 07.08.2022 12:15:31 / Güncelleme: 07.08.2022 12:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê Misilmanê ku li San Mateo'yê de bi çek hatibû kuştin de tu agahî nehat dayîn.

Şaxa Polîsên Albuquerque diyar kir ku dibe ku ev kuştin bi 3 kuştinên Misilmanên din ên ku di 9 mehên dawî de li bajêr hatine kirin ve girêdayî be.

Li bajêr berê jî 3 Misilman di demên cuda de hatibûn qetlkirin.

Hat diyarkirin ku Misilman bi kemînên ku tên danîn tên qetilkirin.

Rayedaran guman dikin ku heman kes kuştinan kiribe. (ÎLKHA)