Li Xezzeyê 15 şehîd 125 birîndar hene

Di encama êrîşên rejîma îşxalker li dijî Xezzeyê ku ji doh heta niha dike de bi tevî zarokeke 5 salî 15 kes şehîd bûn û 125 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 06.08.2022 16:25:34 / Güncelleme: 06.08.2022 16:25:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşên rejîma îşxalker a teror li dijî Xezzeyê ji doh heta niha berdewam dike.

Ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku heta niha 15 kes canê xwe ji dest dan.

Di êrîşê de 125 kes jî birîndar bûn û hêj tedawîyên wan li nexweşxaneyê berdewam dike.

Di êrîşan de, hinek zarokên ku 5 salî ne û Tayser El Cabbarîyê fermandarê Cîhada Îslamê jî şehîd bûbûn.

Berxwederên Filistînî jî li hember sîyonîstan bi roketan bersiv didin. (ÎLKHA)