Li Hîndistanê 11 kes ji ber eraqê mirin

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Bîhara Hîndistanê hejmarê mirîyên ku ji ber eraqê mirin bû 11 kesan, tedawîya 30 kesan jî hêj berdewam dike.

Ekleme: 06.08.2022 15:55:33 / Güncelleme: 06.08.2022 15:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li navçeya Saran a ku 55 km li bakurê Patnaya navenda bajarê Biharê ye, ji ber eraqê mirin zêde bûn.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku li herêmê heta niha 11 kes piştî ji jehrîbûna eraqê mirin, 30 kes jî hêj di bin tedawîyê de ne.

Rayedaran, îfade kirin di wan kesên ku eraqa ku li malê tê çêkirinê vexwarine de di dîtinê de xirabûn, zikêşî û wek vereşanan şîkayet nîşan didin.

Bireveberîya mehellî derheqê meseleyê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)