11 sîyonîst ji roketên berxwedana Filistînê birîndar bûn

Komên berxwedanê ya Filistînê ku ji êrîşên rejîma îşxalker li dijî Xezzeyê re bersiv didin, ji ‘erdên ku di bin îşxalê da ne re roketan davêjin.

Ekleme: 06.08.2022 15:30:37 / Güncelleme: 06.08.2022 15:30:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin, 2 leşkerên îşxalker 9 şênîyên sîyonîst ji ber fuzeyên ku komên berxwedanên Filistînî davêjin ‘erdên ku hatine îşxalkirin birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku li bajara ‘Esqelana (Aşkelon) ku di bin îşxalê de ye 7 şênîyên îşxalker ji ber roketan birîndar bûn û hatin rakirin nexweşxaneyê.

Di serî de Cîhada Îslamî hemû komên berxwedanê, ji êrîşên rejîma îşxalker li dijî Xezzeyê re bi roket û mûşekan bersiv didin.

Di encama êrîşên rejîma îşxalker de heta niha 13 Filistînî şehîd bûn, ji 80ê zêdetir Filistînî jî birîndar bûn. (ÎLKHA)