Qezaya vegera de’wetê: 14 birîndar

Hat destnîşankirin ku li ser rêya Meletî-Xarpêtê mînîbûsek qelibî, di encama qezayê de 14 kes birîndar bûn.

Ekleme: 06.08.2022 13:05:32 / Güncelleme: 06.08.2022 13:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûseke ku di bin kontrola N.Ş. de bû û li Edeneyê ji de’wetê vedigerîya Xarpetê li alîyê gundê Oksizuşagîyê ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê yê şofêr qeza kir.

Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 14 kes birîndar bûn. Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, cenderme û AFAD hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Cenderme derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)