Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 12 kesan

Di encama êrîşên rejîma îşxalker a teror ku ji doh heta îro li Xezzeyê dike de hejmarên şehîdan derket 12 kesan.

Ekleme: 06.08.2022 12:30:33 / Güncelleme: 06.08.2022 12:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşên rejîma îşxalker a teror li dijî Xezzeyê ji doh heta niha berdewam dike.

Ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanyê de hat îfadekirin ku heta niha 12 kes canê xwe ji dest dan.

Di êrîşê de nêzê 60 kesan jî birîndar bûn û hêj tedawîyên wan li nexweşxaneyê berdewam dike.

Di êrîşan de, hinek zarokên ku 5 salî ne û Tayser El Cabbarîyê fermandarê Cîhada Îslamê jî şehîd bûbûn.

Balafirên îşxalkeran di seatên serê sibê de êrîş li ‘erdên zîreatê yê li rojavaya Xan Yunusê kir, di encama êrîşê de 2 sîvîl şehîd bûn, hinak sîvîl jî birîndar bûn.

Berxwederên Filistînî jî li hember sîyonîstan bi roketan bersiv didin. (ÎLKHA)