Wezareta Karên Derve ya Emîrtîya Îslamê, êrîşa sîyonîstan ku li dijî mesûm û mezlûmên Xezzeyê da destpêkirin şermezar kir û ji civaka navneteweyî re jî bang kir ku bila mesulîyetên xwe bi cih bînin.
Di encama êrîşa wehşetî ya ku doh dest pê kir û heta serê sibê jî berdewam kir de, 11 Misilmanên Filistînî ên ku di nav wan de zarok jî hene şehîd bûn û herî kêm 70ê kes jî birîndar bûn.
Wezaret ev êrîşa sîyonîstan bi “hovîtî” navdan kir û di peyama xwe de weha got:
“Em êrîşên hovane yên Îsraîlê yên li dijî Mislimanên mezlûm û bêparastin ên Xezzeyê ku bûne sedema mirina gelek Filistîniyan bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de ev êrîş bên sekinandin.”
Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku civakên navneteweyî jî bila mesulîyetên xwe bi cih bînin. (ÎLKHA)