Li ser avêtina bombeya atomî li dîjî Hîroşîmayê 77 sal derbas bûn

Emrîqa, bombeya ‘ewil ya dîrokê di Herba Cîhanê a 2yemîn de di tarîxa 6ê Tebaxê sala 1945an de avêt bajara Hîroşîmaya Japonyayê.

Ekleme: 06.08.2022 11:45:32 / Güncelleme: 06.08.2022 11:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îro salvegera 77emîn a avêtina bombeya atomê Emrîqayê ya li dijî bajara Hîroşîmaya Japonyayê ye.

Bombeya atomî ya bi uranyumê bi hêza nêzîkî 13 hezar TNT (tri-nitro-toluene) ji aliyê balafira şer ya bi navê Enola Gay ve ku ji sedî 70ê Hîroşîmayê xira kir, di cihê avêtinê de germahiya 3 hezar pileyî çêkir, li herêmê bi dirêjahiya 1,5 kîlometre cihan jî bi temamî xira kir.

Bombeya atomî, di serê ‘ewil de ji 80î hezar mirovan, heta dawîya salê jî 140 hezar mirovan re bû sedema mirinê.

Gelek kesan hêj alîkarîya tenduristîyê negirtibûn mirin, kesên ku piştî êrîşê alîkarîyê birin Hîroşîmayê jî, dûçarê barana radyoaktîfa ku piştî êrîşê pêk hat bûn û canê xwe ji dest dan.

Harry Trumanê Serokê Emrîqayê ê wê demê di qerara ku dabû de îfade kiribû ku; bi tevî herba ku li hember Japonyayê tê dayîn ji bona ku bi lez û bez bê dawîkirin li hember tehdîda Sovyetan jî nîşandayîna qeweta Emrîqayê ye.

Emrîqa, di sala 1941an de di bin navê “Projeya Manhattanê” de li wîlayeta Tennesseeyê bombeya atomî çêdikir. Ji serokatîya projeyê re Robert Oppenheîmerê Emrîqayî hat anîtin. Ceribandina ku di Tîrmeha 1945an de li wîlayeta New Mexîcoyê hat kirin bi serfirazî encam bû.

Japonyayê ku Îngilistan, Çîn û Emrîqa di 26ê Tîrmehê sala 1945an de bi “Teblîxa Potsdamê” banga teslîmbûyînê kiribûn, di 28ê Tîrmehê de daxuyand ku ew ê “bê şert teslîm nebin”.

Japonya, di 3yê Tebaxê de ji alîyê Îttîfaqê re teklîfa “aştîya li hevkirî” kir lê ev teklîf nehat qebûlkirin. Piştî ev teklîfê di 6ê Tebaxê de ji Hîroşîmayê re bombeya atomê hat avêtin. Di 9ê Tebaxê de jî Nagazakî bi bombeya atomê hat hedefgirtin.

Hîrohîtoyê Împaratorê Japonyayê yê wê demê, di peyama xwe yê ku di 15ê Tebaxê de belav kir de îlan kir ku, “Ewê herb xelqê Japonyayê qir bike” û îlan kir ku welat “bê şert û merc teslîm dibe”

Piştî bombeya atomî, Emrîqayîyan daxuyandin ku 117 hezar, Japonayîyan jî daxuyandin ku nêzê nîv milyonî însan mirin e.

Bombeyan, di bedenên mexdurên ku navê "Hîbakuşa"yê ji wan re hatîye dayîn de serî di nexweşîna qanserê, nexweşînên ku tedawîyên wan zor û zehmetin û nexweşîna psîkolojîk de dibe sedem.

Bombeya atomî ya ku di Herba Cîhanê a 2yemîn de bûye xala werçerxê û teslîmbûna Japonyayê. (ÎLKHA)