Li Emrîqayê di nav xanî de agir derket: 10 mirî

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Pensîlvanyaya Emrîqayê di xanîyekî de şewat derket, di encama şewatê de 3 jê zarok tev de 10 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 06.08.2022 10:05:31 / Güncelleme: 06.08.2022 10:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li wîlayeta Pensîlvanyaya Emrîqayê li yekîneyeke şênîyan de di derdorê seat 02.30yan de şewateke ku sedema wê hêj nayê zanîn derket û di encama şewatê de 3 jê zarok tev de 10 kes canê xwe ji dest dan.

Ji teref polês ve hat daxuyandin ‘emrên kesên ku mirine di navbera 5 û 79an da ye. Di nav kesên ku mirine de qîzikeka 7 salî û du kurikên 5 û 6 salî jî hene.

Hat diyarkirin 3 kesên ku di dema şewatê de di nav xanî de bûn jî bi saxîtî xelas bûn. (ÎLKHA)