Li Meletî kesê ku ji serê xwe gule xwar giran birîndar bû

Di Battalgazî'ya navçeya Meletî'yê de kesê ku bi tivingê ji serê xwe gule xwaribû û giran birîndar bûbû ji bo tedawî kirinê hat rakirin nexweşxaneyê.

Ekleme: 05.08.2022 15:55:36 / Güncelleme: 05.08.2022 15:55:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer di Kolana Azerbaycana Mehele Yamaçê ya Navçeya Battalgazî'yê de di se'et 05.00'an de qewimî. Li gor agahiyên hat bidestxistin, ji sebebek nedîyar şexsê bi navê Î.B di encama guleberdana bi tivingê de ji serê xwe birîndar bû. Li ser agahîdayînê ekîbên polîs û tendirustiyê hatin cihê bûyerê.

Piştî midaxeleya ekîbên tendirustiyê birîndar Î.B. hat rakirin nexweşxaneye Navenda Tip a Turgut Ozal'ê û li wir tedawîyê dibîne.

Di heqê bûyerê de tehqîqeta ku destpêkiribû berdewame. (ÎLKHA)