Peykerekî 11 hezar û 500 salî ya ji Mêrdîn'ê ve bi qaçaxî hatibû birin hat bidestxistin

Di encama operasyona eserên dîrokî de peykerekî di şiklê mirov de ku ji berîya mîladê 9 hezar û 500 salî ma ye hat bidestxistin.

Ekleme: 05.08.2022 15:05:35 / Güncelleme: 05.08.2022 15:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ekîbên Miduriyeta Şaxa Micadelekirina Sûcên Qeçaxçîtîyê ya Miduriyeta Ewlehîyê ya Îzmîr'ê, tespît kir ku ji Mêrdîn'ê eserên dîrokî ji bo firotinê wê bê Îzmîr'ê. Di operasyona ku hat lidarxistin de peykerekî 11 hezar û 500 salî hat dîtin.

Di daxuyaniya Miduriyeta Ewlehiyê ya Îzmîr'ê de wiha hat gotin, ji teref ekîbên Miduriyeta Şaxa Micadelekirina Sûcên Qeçaxçîtîyê hat tespîtkirin ku ji Mêrdîn'ê eserên dîrokî ji bo firotinê wê bê Îzmîr'ê.

Di encama operasyonê de peykerekî ku aidî Serdeme Prehîstorîk ku ji berîya mîladê 9 hezar û 500 salî ma ye, bilindahî 70 santîmetre, firehbûn jî 30 santîmetre, ji serî û gewde pêk tê û teswîra mirov de ye hat dîtin.

Hat qeydkirin ku peyker dişibihe eserên li Girê Mirazan, Newala Çorî û Qerexantepe hatiye dîtin û peyker hat teslîmkirin Miduriyeta Muzeya Îzmîr'ê.

Hat diyarkirin ku di bûyerê de derheqê 3 kesan de miamele adlî hat kirin. (ÎLKHA)