Kesekî yê astengdar ku qamyonet lê qelibî canê xwe ji dest da

Hat destnîşankirin li Rihayê kesekî yê ku bi erebeya xwe ya biakû dixwest ku di rê de derbasê alîyê dinê bibe qamyonet lê qelibî, di encama qezayê de wî kesê canê xwe ji dest da.

Ekleme: 05.08.2022 14:30:18 / Güncelleme: 05.08.2022 14:30:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Arîf Yildiz (59)ê ku li ser rêya Taxa Karaduta Riha-Pirsusê bi erebeya xwe yê biakû dixwest ku derbasê alîyê dinê bibe qamyoneteke bi plaqeya 07 AIR 800î  lê qelibî.

Di encama qezayê de Arîf Yildiz giran birîndar bû û dû re hat rakirin Nexweşxaneya Dewleta Pirsusê. Yildiz li vê derê hat kirin bin tedawîyê lê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku şofêrê qamyonetê han binçavkirin û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)