Mucahîd: Agahîya me ji hebûna Zewahîrî yê li Efxenistanê tunebû

Zebîhullah Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, got ku haya wan ji hebûna Eymen El-Zewahîrîyê ku ji teref Emrîqayê ve hatibû kuştin li Efxenistanê tunebû.

Ekleme: 05.08.2022 10:05:33 / Güncelleme: 05.08.2022 10:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mucahîd, derheqê qetilkirina Zewahîrî de daxuyanîyek belav kir.

Mucahîd, “Roja borî êrîşek li xanîyeke ku li bajara Kabûlê bû hat kirin. 2 roj paşê jî Joe Bidenê Serokê Emrîqayê, îddîa kir ku di vê operasyonê de Eymen El-Zewahîrîyê Serokê El-Kaîdeyê ji teref yekîneyên Emrîqayê ve hatîye hedefgirtin. Agahîya Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê ji hatina Kabûlê û mayîna li Kabûlê yê Eymen El-Zewahîrîyê tuneye.”

Mucahîd di berdewama daxuyanîyê de îfade kir ku ew piştî êrîşê talîmata tehqîqateke mezin da ne û weha axavtina xwe domand, “Ji ‘erdên Efxenistanê, bi tevî Emrîqayê ji tu welatekî re tehdîdek tuneye. Emîrtîya Îslamê, dixwaze ku Peymana Dohayê bidomîne û dixwaze ku îhlalkirina peymanê jî bidawî bibe”

Di dawîya axavtinê de weha hat gotin, “Em cardin îşxalkirina welatê me yê ji teref Emrîqayê ve, îhlalkirina hemû rêgezên navneteweyî û ev êrîşê şermezar dikin. Domandina êrîşeke ewakî, mesulîyeta wê ew ê bi temamî aîdê Emrîqayê bibe.” (ÎLKHA)