Biryarên Şûraya Leşkerî ya Bilind hat diyarkirin

Li gorî Biryarên Şûraya Leşkerî ya Bilind (YAŞ) dema erka Serfermandar Yaşar Guler salekî hat dirêjkirin.

Ekleme: 04.08.2022 17:05:37 / Güncelleme: 04.08.2022 17:05:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Serokkomarîyê Îbrahîm Kalin biryarên YAŞ’ê daxuyand.

Li gorî biryarên hatine stendin, ji 30’ê Tebaxa 2022’an pê ve rûtbeyên 16 general û amîral hat bilindkirin, 47 albay jî bûn amîral û general.

Dema erka 40 general û amîralan salek, yê 313 mîralay jî 2 sal hat dirêjkirin.

Sînorê temenî û dema erka Serfermandar Yaşar Guler jî salek hat dirêjkirin. (ÎLKHA)