Li Deyrezor’ê xwepêşana li dijî PKK/YPG’ê

Gelê di bin kontrola PKK/YPG’ê ku li rojhilata Sûriye’yê de ne, ji bo rast kirina şertên jiyanê, temîn kirina xizmetên civakî û serbest berdana kesên ku bêsûc hatine rawestandin xwepêşana protestoyê lidar xistin.

Ekleme: 04.08.2022 13:55:30 / Güncelleme: 04.08.2022 13:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Gelê li bajara Deyrezor’a rojhilata Sûrî, li dijî PKK/YPG xwepêşana protestoyê lidar xistin.

Gelê herêmê ji PKK/YPG’yê xwestina berdana mehkûmên ku wan rawestandine kirin.

PKK/YPG pir kesan ji ber sûcdar kirina “Bi hêzên derveyên dijmin re hevkarî” rawest kiri bû. Hat diyarkirin ku hejmara kesên hatine rawestkirin nedîyare.

Ji xeyrî wê gel di xwepêşana protestoyê de rast kirina şertên jiyanê, temîn kirina xizmetên civakî û belavkirina bi‘adil a dahatên neftê teleb kirin.

Pêşanderên ku rêyan girtibûn, bi şewitandina lastîkên otomobîlan li dijî PKK/YPG’ê sloganan gotin.

Berê jî protestoyên bi vî şiklî li cihên cuda yên Deyrezor’ê çê bûbû. (ÎLKHA)