Li Awistralyayê êrîş: 3 mirî

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Queenslanda Awistralyayê bi çekan êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 3 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 04.08.2022 11:55:33 / Güncelleme: 04.08.2022 11:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, ji polêsan re îxbar hat dayîn ku li bajaroka Bogîeya ku li Queenslandê ye bi çekan êrîş hat kirin, polêsên ku çûn cihên êrîşê dîtin ku 4 kes birîndar bûne. Ji wan 4 kesan 3 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî giran birîndar bû.

Hat diyarkirin ku sedema êrîşê ji ber bihevnekirina ‘erdan bûye, kesên ku mirine û birîndar bûye jî ji malbatek bûne.

Hêj nayê zanîn ku êrîş ji teref kê ve hatîye kirin. (ÎLKHA)