Du erebe li hev qelibîn: Mirîyek 9 birîndar

Hat destnîşankirin ku li navçeya Tîreya Îzmîrê du erebe serî bi serî li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 04.08.2022 10:40:30 / Güncelleme: 04.08.2022 10:40:30 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya ku di bin kontrola A.Y. de bû li ser rêya Tîre-Belevîyê erebeya ku di bin kontrola F.O. de bû serî bi serî qelibî.

Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil yek jê giran 10 kes birîndar bûn. Bi xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Kesên birîndar ên ku di nav erebeyê de asê mabûn ji teref ekîban ve hatin derxistin û dû re bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Tîreyê. Birîndara giran jî li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)