27 balafirên herbê yê Çînê, ket nav seheya parastina hewa ya Taywanê

Hat destnîşankirin ku 27 balafirên şer ên artêşa Çînê (PLA) ketin nav herêma ku Taywanê "Herêma Nasnameyên Parastina Hewayî" (ADIZ) îlan kiribû.

Ekleme: 04.08.2022 08:50:32 / Güncelleme: 04.08.2022 08:50:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Wezareta Parastinê ya Taywanê hat belavkirin de hat ragihandin ku 6 balefirên şer ên ji tîpên "J-11", 5 "J-16", 16 "SU-30" ketine başûrê rojavayê parastina hewayî û herêma beşa navîn a Tengava Taywanê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku balafir bi radyoyê hatin hişyarkirin û ji aliyê balafirên dewriyeya leşkerî û pergalên mûşekî yên parastina hewayî ve hatin hişyarkirin. (ÎLKHA)