Li Şirnexê erebeya leşkerî li şerempolê qelibî: 10 birîndar

Hat destnîşankirin ku li navçeya Qilabana Şirnexê erebeya leşkerî li şermpolê qelibî, di encama qezayê de 10 leşker birîndar bûn.

Ekleme: 03.08.2022 16:40:32 / Güncelleme: 03.08.2022 16:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeyeke leşkerî ê ji tîpa Unîmogê li nêzê gundê Robozikê sedema wê nayê zanîn ku şofêrê erebeyê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û erebe qelibî.

Bi xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin. Kesên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Qilabanê.

Hat hînbûn ku rewşa leşkeran baş e. (ÎLKHA)