Li Misirê qeza: 17 mirî

Hat destnîşankirin ku li başura Misirê qezayek pêk hat, di encama qezayê de 17 kes canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 03.08.2022 12:15:31 / Güncelleme: 03.08.2022 12:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsek û qamyonek doh êvarê li ser rêya sahraya rojava yê li bakura wîlayeta Sucahê ye li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 17 kes canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî tehqîqatên ‘ewil sedema qezayê ji ber “leza zêde” bûye. (ÎLKHA)