Ji zîyareta Pelosî ya li Taywanê re bertek: Artêşa Çînê tetbîqat da destpêkirin

Artêşa Xelasîya Xelq ya Çînê (PLA), ji piştî destpêkirina zîyareta Nancy Pelosîya Seroka Mexlîsa Temsîlkarên Emrîqayê li Taywanê re li herêmê tetbîqata leşkerîyê da destpêkirin.

Ekleme: 03.08.2022 11:05:28 / Güncelleme: 03.08.2022 11:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zîyaretkirina Nancy Pelosîya Seroka Meclîsa Temsîlkarên ya Emrîqayê û lijneya ku bi 5 kesan sazdibe û bi wê re bûn li Taywanê kir, di naverbera Çîn-Emrîqayê de bû sedema rageşî û gengeşîyê.

Pelosî, 25 sal paşê bû seroka Meclîsa Temsîlkarên Emrîqayê a ‘ewil ya li Giravê, Wezareta Karên Derve ya Çînê jî, ji ev zîyaretê re bertek nîşan da.

Wezareta Parastina Çînê jî, hefteya borî daxuyandibû, ger ku zîyareta Pelosî çêbibe ew ê “Artêşa Çînê wisa nesekine”.

PLA, piştî zîyareta Pelosî tetbîqateke mezin da destpêkirin.

Di tetbîqata ku li derdorê girava Taywanê hat destpêkirin de roketên ku gelek dûr diçin û fuzeyên konvansîyonel hatin şixulandin. Di tetbîqatê de balafirên herbê jî hatin bicihgirtin.

Hat destnîşankirin ku ew ê PLA di navbera 4-7ê Tebaxê de li 6 herêmên cuda yên ku Taywanê dorpêç dike tetbîqata leşkerîyê bike.

Çîn, li Taywanê bi çavê welateke cuda nanêre û li wê derê jî ‘erdê xwe dihesibîne. (ÎLKHA)