Li Nîjeryayê qezaya trafîkê: 16 mirî

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Lagosa Nîjeryayê otobûseke rêwîyan û qamyonek li hev qelibîn, di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 16 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 03.08.2022 10:05:30 / Güncelleme: 03.08.2022 10:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qamyonek û otobûsek li ser rêya Alaro-Epeya wîlayeta Lagosê li hev qelibîn, di encama qezayê de şewat derket û 16 kes canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku rewşa birîndaran baş e lê hat diyarkirin ku ji zêdebûna hejêmarên mirîyan tê endîşekirin.

Hat îfadekirin ku sedema qezayê ji ber bi lez çûna şofêra qamyonê bûye. (ÎLKHA)