Li Pakistanê helîkoptereke leşkerî ket xwarê

Hat daxuyandin ku di encama ketina helîkopterê de 6 leşker ên ku di nav wan de Korgeneral Sarfaraz Ali jî heye canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 02.08.2022 16:25:34 / Güncelleme: 02.08.2022 16:25:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pakistan, daxuyand helîkoptera ku doh winda bûbû û 6 endamên artêşê tê de bûn ketîye xwarê.

Hat destnîşankirin ku helîkoptera ku ji Belucistanê diçû Karaçîyê li herêma Lasbelayê ket xwarê.

Li gorî daxuyanîya ku ji artêşa Pakistanê hat daxuyandin, di encama qezayê de 6 personelên leşkerî ên ku di nav wan de Korgeneral Sarfaraz Ali jî heye canê xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku helîkopter doh ji bona herêma ku fealîyetên alîkarîyê dihat kirin zîyaret bike firîyabû. (ÎLKHA)