Li Şirnexê mayin teqîya

Hat destnîşankirin ku li navçeya Qilabana Şirnexê mayin teqîya, di encama teqîna mayinê de kesek canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 02.08.2022 14:35:36 / Güncelleme: 02.08.2022 14:35:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li ser rêya gundê Bêciha Qilabanê ya ku diçe alîyê herêma leşkerîyê di dema derbasbûna erebeya ku karker tê de bûn de mayineke ku di berê de hatibû kirin bin ‘erdê teqîya.

Di encama teqîna mayinê de K.E. canê xwe ji dest da û 2 kesên dinê jî birîndar bûn. (ÎLKHA)