Li Emrîkayê di encama lehîyan de hejmarê mirîyan derket 37 kesan

Hat destnîşankirin li wîlayeta Kentuckya Emrîkayê ji ber barîna barana zêde lehî pêk hatin, di encama wan lehîyan de hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dane derket 37 kesan.

Ekleme: 02.08.2022 12:20:31 / Güncelleme: 02.08.2022 12:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama lehîyan de gelek pir xira bûn, bi sedan xanî di bin avê de man û ji 18 hezar kesan re jî ceryan nayê dayîn.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku heta niha 37 kes canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî hêj winda ne.

Andy Beshearê Walîyê Wîlayetê, îfade kir ku ew ji ber zêdebûna hejmarê mirîyan endîşedar in. (ÎLKHA)