Traktoreke ku karkerên çandinê yê demsalî tê de bûn qelibî: 4 birîndar

Li navçeya Saraykenta Yozgatê traktora ku karkerên çandinê tê de bûn qelibî, di encama qezayê de 4 kesên ku zarok jî di nav wan de hene birîndar bûn.

Ekleme: 02.08.2022 12:05:31 / Güncelleme: 02.08.2022 12:05:31 / Xeberen Kurdi / Yozgat Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, traktora ku karkerên demsalîyê ên ji Gira Sora Rihayê çûne Yozgatê, ji ber ku şofêrê traktorê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li şerempolê qelibî.

Di encama qezayê de 4 kes ên ku di nav wan de zarok jî hene birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansên ku hatin cihê qezayê hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)