Li Meletî qeza: 3 birîndar

Hat destnîşankirin ku li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê erebeyek ji ber ku lastîka wê teqîya li erebeyeke dinê qelibî, di encama qezayê de her du erebe jî pelixîn û 3 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 02.08.2022 09:35:30 / Güncelleme: 02.08.2022 09:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qeza di seatên êvarê de li Bulwara Alparslan Turkeşê li navçeya Yeşîlyurtê pêk hat. Hat diyarkirin ku lastîka erbeyek ê bi plaqeya 44 LE 558 yê di bin qontrola Y.Ç. de bû teqîya û li erebeyeke bi plaqeya 44 ACC 271 yê di bin qontrola S.Î. de bû qelibî.

Di encama qezayê de bi tevî şofêrên erebeyan Y.Ç., S.Î. N.Z. yê ku di nav erebeyekî de bû jî birîndar bûn.

Hat ragihandin kesên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Meletî.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)