Li Keşmîrê xanî hilweşîya: 10 mirî

Hat destnîşankirin ku li herêmeke Keşmîrê ku li alîyê Pakîstanê ye xanîyek hilweşîya, di encama hilweşîna xanîyê de 10 kes canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 01.08.2022 12:20:35 / Güncelleme: 01.08.2022 12:20:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin li herêma Tatta Panîya Keşmîrê ku di bin kontrola Pakîstanê ye de baraneke zêde barî û ji ber baranê xanîyek jî hilweşîya.

Di encama hilweşînê de ji xanîya ku 13 kes tê de bûn re ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku gihîştin cihê meseleyê dest bi xebatên xwe kirin û di encama xebata ekîban de 5 jê zarok 2 jê pîrek tevde 10 kes bi mirîtî ji bin enqazê hatin derxistin û 3 kes jî birîndar hatin derxistin û dûre hatin şîyandin Nexweşxaneyê. (ÎLKHA)