Li Kolombîyayê êrîşa çekdarî: 9 mirî

Hat destnîşankirin ku li navendên bireveberîya Narîno û Valle del Caucaya ku li başura Ekvadorê ye ji serokên mehellî re bi çekan êrîşan hat kirin.

Ekleme: 01.08.2022 09:55:34 / Güncelleme: 01.08.2022 09:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşa ‘ewil ji teref kesên bi çekdar ve li gundê Altaquerê ku girêdayê bajaroka Barbacoasêye, di eywana bîlardoyê de hat kirin û di encama wê êrîşê de 4 serokên civata Awayê hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa duyemîn de jî li çoltera ku girêdayê Valle del Cauca ye, li komeke ku mihabbetê dikirin hat kirin û di encama wê êrîşê de jî 5 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Rêxistina Mehellîya Neteweyî ya Kolombîyayê, derheqê êrîşan de daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ji serê salê heta meha Hezîranê herî kêm 85 kesên mehellî di encama êrîşan de hatine kuştin, ji wan 30 kesan jî endamê civata Awayê ne.

Ew ê herî dawîn di 3yê Tîrmehê de êrîş li civata Awayê hat kirin, êrîş jî ji teref endamên Hêzên Çekdarê Şoreşger yê Kolombîyayê ve hat kirin û di encama wê êrîşê de jî 3 ciwan canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)