Li Îran'ê hejmara mirîyên ji ber lehiyê derket 69'an

Hejmara kesên ku di encama lehiya ku ji ber barana zêde li piraniya welat bi taybet li parêzgeha Tehran'a wilayeta Îran'ê rabû de jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 69 kesan.

Ekleme: 31.07.2022 14:40:32 / Güncelleme: 31.07.2022 14:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Alîkarî û Xelaskirinê ya Heyva Sor Mehdî Welîpur diyar kir ku ji ber felaketa lehîyê ku li gelemperîya welat de bi bandor e 69 kes jiyana xwe ji dest dan, 45 kes jî hê jî winda ne.

Welîpur diyar kir ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê tevî Fîrûzkuh'ê li her derê ku ji lehiyê zirar dîtîye tê kirin û hişyarî da ku ji ber berdewamiya baranê divê welatî ji qeraxên çem û qenalê dûr bisekinin.

Sekreterê Giştî ya Heyva Sor Yaqub Suleymanî jî derbarê mijarê de wiha got, lehî li 60 bajêr, 140 navçe, 516 gund û li 85 herêmî bibandor e, 1332 kes hatine neqilkirin cihê ewle û ji 5 hezar û 215 kesan re jî stargeha lezgîn hatiye dayîn.

Sekreterê Giştî ya Heyva Sor, diyar kir ku ew di nava hefteyekê de alîkarî dane 27 hezar 35 kesan.

Navenda Reveberîya Qeyran û Tehmîna Netewî welatîyan hişyar kir û destnîşan kir ku baranên zêde wê heta duşemê tesîra xwe bidomînin. (ÎLKHA)



Etiketler: